top of page

Bi dilxwazî yan jî bi zorê: Belavkirina Îslamê di nav gelê Kurd de

Updated: Jul 17

Ji aliyê Ezgi Cakirgoz ve hatiye nivîsandin


Gelê Kurd îro bi piranî misilman in û ji mekteba Şafiî ne. Ji ber vê yekê, pêvajoya guhertina olî ya Kurdên berê yên Zerdeştî çawa dest pê kir? (1)


Zerdeştî kevintirîn ola wehî ya yekxwedayî ya cîhanê ye ku ji aliyê Zerdeşt ve li Îranê hatiye avakirin û mînakên yekem ên baweriyên dualî û eskatolojîk dihewîne. Di çarçeweya ontolojiya yekxwedayî û eskatolojiya ku fetha dawî ya xerabiyê ya ji aliyê qenciyê ve ferz dike de xwediyê kozmolojiya dualî ya başî û xerabiyê ye. Ev ol di navbera salên 660-583 berî zayînê de hebûye. Heta dema şerê di navbera Sasaniyan û artêşa Îslamê de piraniya Kurdan ji vê olê bûn. (3)


Îslam di sedsala 7an de derketiye holê. Wê demê erdnîgariya Kurdistanê di navbera Împeratoriya Sasaniyan û Împaratoriya Bîzansiyan de hatibû parvekirin, lewma jî axa Kurdan her tim qada şerê Sasaniyan û Bîzansiyan bû. Di dawiya van şeran de, her du aliyan çavkaniyên xwe bi dawî kirin. Di encama vê yekê de hêzên misilman li Şam, Kafkasya, Misir û Bakurê Afrîkayê hemû parçeyên Împaratoriya Bîzansê hilweşandin û tevahiya Împeratoriya Sasaniyan bi dest xistin. Di sedsalên paşerojê de nîvê Împeratoriya Bîzansê û tevahiya Împeratoriya Sasaniyan ketin bin desthilatdariya misilmanan. Bi vî awayî Îslamê di nav gelê Kurd de dest pê kir. (1)


Nasîna Kurdan bi Îslamê re ji serdema Muhammed ve tê. Gelek sehabeyên kurd hene ku di dema Muhammed de bûne misilman. Ji wan ên herî navdar Cabanê Kurdî û kurê wî Maymünê Kurdî ne.


Piraniya kurdan di serdema Xîlafeta Omer de Îslam qebûl kirin. Dema ku Artêşa Îslamê di salên 637-642an de Îslamê li Kurdistanê belav kir, piraniya Kurdan bûne misilman. Bi vî awayî kurd piştî ereban wek gelên misilman ên yekem hatin qebûlkirin. (2)



Helbesta "Hurmizgan"

Di destpêka salên 1800î de li herêma Kurdistanê di kolandinê de helbestek hat dîtin. Ev helbesta bi navê “Hurmizgan” ku li ser çerm hatiye nivîsandin, wek nimûneyên yekem ên helbesta kurdî tê qebûlkirin. Di helbesta Hurmizgan de tê îdiakirin ku di dema fethên Îslamê de ji aliyê artêşa Îslamê ve li dijî Kurdên Zerdeştî komkujî hatiye kirin. Di helbestê de tê gotin ku kesên ku baweriya xwe bi Zerdeştiyê tînin rastî êrîşa Ereban hatine, mêr hatine kuştin, jin û keç jî dîl hatine girtin. Ev helbest di heman demê de wekî delîla ku Kurd 'bi hêza şûr' hatine îslamîzekirin jî tê îdiakirin.


Hurmizgan riman Atiran kûjan,

Wişan şardewe gewrey gewrekan,

Zorkar ereb kirne xapûr,

Ginay paleyi heta Şarezûr,

Jin û kenikan we dîl beşîna,

Mêrd aza tlî we rûy hwêna,

Reweşti Zerdeşt manuwe bêkes,

Bezeyika neka Hewrmez we hwîçkes


(Our temples are destroyed

Our fire is out

The greatest of gentlemen hid

Cruel Arabs destroyed poor villages as far as Sharezur

Girls and women became slaves

The Braves drowned in their own blood

Zoroastrianism lost its followers

Ahuramazda did not pity anyone


*Ahûramazda di baweriya Zerdeştî de hêza ku qenciyê temsîl dike ye.)


Ji ber ku li ser vê nimûneyê lêkolînek zanistî nehatiye kirin, hinek difikirin ku ev helbest sexte ye.


Li ser çawaniya misilmanbûna gelê Kurd hîna jî tu delîlên teqez nînin. Li gor hinekan kurdên ku Îslamê bihîstine dev ji ola xwe berdane û bûne misilman. Li gor hinekan Kurd di dema Xelîfe Omer de bi zora şûr ketine Îslamê. (4)



Çavkanî:

  1. Kennedy (2004), ss. 266, 269.

  2. BİÇER, B. (2014). Islam COĞRAFYACILARININ ESERLERİNDE KÜRTLER HAKKINDAKİ RİVAYETLER (9. YÜZYIL - 13. YÜZYIL). Journal Of History School, 7(XVII), 165-187. https://johschool.com/Makaleler/1174847716_8.%20b.bicer.pdf

  3. ZERDÜŞTÎLİK ve YEZİDİLİK BAĞLAMINDA KÜRTLERİN İNANÇLARININ KÖKENİ PROBLEMİ. (2020, December 31). Home » DergiPark. https://dergipark.org.tr/tr/pub/sarkiat/issue/59182/745544

  4. Chaliand, G. (1993). A people without a country: The Kurds and Kurdistan.




Comments


Commenting has been turned off.
bottom of page